37

pesnî baẍî mîrî botan
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  601 Dîtin
mîr bûy le tenîştî koşk, baxêk
çon bax? le diłî beheştê daxêk
tancêkî gułan leser cîhanê
dar çû bû serî le ’asmanê
bałinde ewind bû lew beheşte
řast bibuwe beheştî piř firîşte
kaj destemlan legeł sinober
nêwan bû lenêw çinar û ’er’er
narinc û behê le řengî zînê
zerdî keser û kułî ewînê
xurma û henar û sêwî daran
lêw û mem û kułmî nazdaran
şewbo û wenewşî tazederçû
lay polegułêkî katbeserçû
guł pyałeyî gewherî leser çing
serřêj le tinok tinokî awing
dêrawe řezî tekûzî řêz řêz
gîrabû le kesk û sûr, perawêz
pêt wabû sitêrenasî zana
sałpêwî lewanderane dana
detdî hemû şwên û çaweçawe
şînayî lenawe, awe dewrî dawe
hêroy řeş û sûrgułî şeq û geş
lasa bû le xoşdił û bextiřeş