38

jwanî zîn û mem le baxî mîrda
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  687 Dîtin
ew askî neçîrî řawkerî xem
çawsûr û teřî nedîtnî mem
ew tazenemamî baxî cwanî
sîs û kizî dûr le baxewanî
pêwendî ewîn be kot û zincîr
mamzêkî memî dekirde nêçîr
ewřoje ke kakî derçû bo řaw
şovar û neyar biřan leber çaw
nêrîne nema le bax û mała
xermanî xeyał ledewrî hała
ta hel heye heste, em cîhane
çepgerde nesaze bêwçane
ta derfete seyrî guł ke ey dił
tirsim heye zû biçîte bin gił
geştêkî bike ledem derawê
tawê le melan bigêře çawê
bîstûme heye yekê bext řeş
wek ême le ax û daxe û bêbeş
řoj nałe dekat û dad û hawar
be xwênî diłî dejî be şewgar
bêçare ledewrî guł deda xul
aware melêke nawî bulbul
dermanî diłî minî lelaye
bîbînim û lêy bikem tikaye
wa xwaye dełêm be gifit û pendê
řêm pê biłê derkewm le bendê
xoy dizîyewe kewte bax û gułzar
bêtayen û serispî û peristar
kem seyrî gułan dehate bîrî
zortir diłî deçuwe goşegîrî
bax boye bû çoł û dûrexełke
bo girye û dad û şîn bekełke
bałay wekû serwî xiste ser gił
firmêskî řijande bin guł û çił
mêlaqe letawî peřpeřî kird
xunçe legełî berokdiřî kird
her darê wekî wî leşbebar bê
pişko bû hemû gułî henarê
layan ke desî dekird be basan
xoyan dehejand legeł henasan
leswêy wî leser lik û le her pel
gałey bû geła be nałe bo mel
firmêskî ewende řişt le çawan
ał û geş û sûr bû řengî awan
sîs bû guł û şînke kewte naw heş
ahî le hewa buwe pełe û keş
bulbul xemî xoy le bîr nemabû
bo ew le pejare û xema bû
zor çawî geřand le dost û hawderd
daybeste witar legeł gułî zerd
toş wek minî řeng le řû peřîwî
toş axo ewîn diłî biřîwî?
têrawî, hezarpeřî, teyarî
ey çîte ke zerd û kiz dyarî
toş dił be kuł û xemî wekî min
toş dyare ke bê memî wekî min
bulbul le gułî guławe kiřyar
toş wek minî dûr le diłber û yar
pêm xoşe ke bibye hemdemî xom
derdî me yeke û minîş wekî tom
xuşkêkî minîş wekû gułî sûr
diłdarî geyîşt û ma le min dûr
min mawim û bulbulêkî damaw
bo yekdî cigerbiřaw û sûtaw
bêçarem û çareřeş wekû ew
řengizerdim û řoj û bextiman şew
her carê ke bimdyaye tenya
biřyare gilem nebê le dinya