39

memîş berew baẍ deřwa
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  641 Dîtin
çî dête serit le řast eger çewt
hoyek heye dête řê, behełkewt
dû yar heye diłsûtawe bo yek
lepřêkî boyan deřexsê hoyek
řêkewtê debê û degen be diłxiwaz
nyazyan çîye tûşî dên le řêbaz
mem hênde leşî giranî azar
řojê ke nemabû kes lenaw şar
kewte serî bîrî dînî zînê
bîmarî nehêşt giřey ewînê
hestî nedekird be leş bebarî
çak bû be heway dîdarî yarî
şêwawyê kewte naw derûnî
derçû bû le destî derneçûnî
awatî diłî deçû le pêşa
wek xidrî nemir desî dekêşa
serkêş bû diłî pisandî hewsar
hêdî nebû ta geyîşte gułzar
zînêk ke be řoj û şew dem û jem
gîrabuwe naw temî xemî mem
deywîst her ewend bijî be jînê
carêk betenê memî bibînê
řwanî lenekaw memo le derhat
wa darî homêdî bo weber hat
’îsa geyî bo nexoşî ḧestem
bûrayewe dił girê dira dem
tasaw tilî da diłî û serî xul
pêsîrî diřî letawî bulbul
bê hêz û twan kewt bebê hoş
serçîmenî kird be bejnî gułpoş
mem hat û le guł xişandî çawê
wêsta lepenay wenewşe tawê
ey guł witî: gerçî nazenînî
kwa wek peřî kułmî sûrî zînî
lawçakî heçend wenewşî peřgeş
řêt nakewê biçye pał kezêy řeş
ho! bulbul egerçî derdedarî
sûtawî giřî gułî beharî
taqegułekem le gułte geştir
xoşim le to bext û çareřeştir
diłdarî beřastî, her minim min
bêhûde jyanî xot dekey win
guł her ne yekêkin, sed hezaran
deřwên le zewî hemû beharan
her diłberê çeşin û corî zore
bê nirxe heçêkî zore: bore
her cêye deçî guł û gułûke
hercayye guł geřoke sûke
ew sûregułey ke min bijardim
damê dił, ewînî pê sipardim
wêney le cîhan nîye yekî tir
naybê zewî çeşnî zînê çî tir
diłdarî gułêkî wa ke nemrê
çi bika û be çi barê çarî dekirê?
sergêj degeřa bedem girînê
lepřêkî geyşte bejnî zînê
ew zîne ke bûy dû set peristar
ew bejnî le pelkî guł be azar
xwê dawete ser gyawe, bêhoş
tomez le meyî ewîne serxoş
ew gewherî bê hewałe lew şwên
berçawî kewt memî cigerxiwên
lerzî wekû aw û çû leser hoş
pêłûy çemî bûn le zînê papoş
firmêskî peřîne laqî zînê
darguł wegeşa be awî jînê
awingî tikand û xunçe pişkût
zîn jyayewe mem be tîrî engût
biřway nebû çawî mestî zînê
pêy wabû memî be xew debînê
her takû mijî gumanî laçê
wîstî demî teř bika be maçê
xoy hêşte gelêk nizîk nekirdibû
boy jyawe neçîrî nîwemirdû
çon jînê geyîşte mem ke hesta
zînî le tenîşt û dest le desta
le xoşîyewe her dû gêj û wiř man
bê wirte û lał û pał û kiř man
daxwaz be diłe û bełên be çawe
ta katê girêy ziman kirawe
em care be gaznan û nazan
berbûne gile û nyaz û řazan
dîtyan gileyî le derdî dûrî
bê behre bû, katî pê debûrê
ba destê de bejnî yek werênin
řîşey kułuko le řeg derênin
dûy tazenemam le yekdî hałan
tałane mijînî lêw û xałan
noşyan meyî diłteřî le lêwan
ne jimare hebû lewê nepêwan
kułim û çen û lêw û sing û gerdin
her yek dem û destî bo debirdin
ser bûne giran le wirdemaçan
her derd û keser bû dadepaçan
zîn bibwe giřagrêkî ḧestem
piř tîn û de’aysa leber mem
mem bibwe pepûleyek mergikiř
perwane bû xoy dexsite ser giř
bîgwêznewe, aşkiraye cê û şwên
zor xoşe tilandinewey leser nwên
lew baxe hebû çi serserayek
awêneyî cem, cîhannumayek
mem pyade û zîn le baweşî mem
wa destemlan û dem lenaw dem
serkewtin û geyşine şanşînan
hełçoy giřî dił le dił betînan
zîn! wa demî mem, de bimje lêwan!
mem! wa memî zîn, de bugşe sêwan!
ba çaw be befir kewê leser sing
ba piř bibê qułkî mil be awing
xwêy gerdinî yektirî binoşin
mest bibin û le şermê çaw bipoşin
tołey demî dûrî sênrawe
her nwêjê ke řoybû, geřawe
ew nwêje ke maç deçête cêgey
hełdegrê serit biçê le řêgey
azad bibû leş, le pê heta ser
bêcge le nêwanî nêwik û kember
pawan bû nêwanî řanî her dû
pasdarî le pakjî leser bû
diłdarî beřast û pak û xawên
çawî teř û sûr debê, ne dawên
jeng nagrê herçî zêřî çake
pîs nabê kesê binîçepake
cwanîy û behar û baẍ û diłbend
yek bo yekê hênde arezûmend
nexwaze ewîn weha bibê zał
řojêk helê hełkewê be çendisał
çon pesnî bidem debê çi bêjim
têmawim û kas û gêj û wêjim