40

mîr û řawker beseryanda dên
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  578 Dîtin
meygêř neçî dest le ême berdey
serxoşim û mest, bełan bebê mey
mestî ke geyîşte nazenînan
wirtandî le min demî birînan
herçend beřwałe meyperestîn
řastî be meyî ewînê mestîn
sewdager û mestî destî to nîn
mestî meyekî lemêj û konîn
ew mey ne be řeng û bo dyare
ew mey le cwanî kirdigare
diłman be xudawe bestirawe
hêşûy me le baxî ew çinawe
meygêř de were leřêy xudada
bom têke, pejare deyn beba da
lew bade ke detgeřand dwênê
serxoşî hetaheta demênê
bêhoşî têda serewnxûne
be piřîşkî derûn hemîşe řûne
her taqequmêkî lê biçêjim
yekcarî xem û xeyał binêjim
ladem le serim serêşî dwêşew
wişyar bimewe le gêjîy û xew
hoşim le desim neçê wekû mem
mergim besera neye wekû hem
řojî temenim geyîşte êwar
agam nebřî le xom beyekcar
hîway diłî jar û herzekarim
cêgaye hebê ke lêy weşarim
êware ke mîr le řaw geřawe
lew baxe be leşkir û supawe
fermûy be hewałî dîwexanê
ba dabbezîn bideyn wiçanê
lêde keřena û dehoł û şeypûr
aheng bigeřê be saz û semtûr
beryandene mêşe ask û gořan
biryan bibê bo me sîngî pořan
hawpyałe û badegêř neken řew
bezmî me le koşkî baxe em şew
dîtyan der û pencerey leser pişt
pirsyarê dehate ser demî gişt
kêye le ser û jyan buwe zwîr
pêy nawete koşk û serseray mîr
ew diłteř û diłsûtawî yektir
gîrodeyî bend û dawî yektir
lew bigrewberde lew heraye
lew zirmukut û zenazenaye
wişyar nebbûn, pêyan nezanî
gwêbîst nîye mestî kameranî
mîr řastewexo kewte şanşînê
cêjwanî memî hejar û zînê
guřandî ke kê le jîn buwe têr
wêrawyetî pê binête cêy şêr?
tarîk bû nekarî kes bibînê
kûjayewe tîşkî kułmî zînê
mem çwe le nwênê pałî dawe
zînîşî weşarit lejêr ’ebawe
be çira der û jûr ke řûn kirawe
be kizêkewe mem weramî dawe:
bimbexşe nexoş û bê biřistim
hîç hêzî ewem nîye ke hestim
gewrem to dezanî çend nexoş bûm
ta dwênê be dûr le bîr û hoş bûm
emřo ke eto deçûyte řawê
min xom nedegirt le cêge tawê
mem şořeswarî pêşřewî mîr
bêbeş bê le geşt û řawî nêçîr?!
sûta cigerm nema sirewtim
petyare û şêt weçołê kewtim
şil bû lepřêkî hêzî ejnom
xom dîtewe wa le baxekey tom
bê erke nexoş witî be mem, mîr
tûşt nebû hîç be tûşî nêçîr?!
mîrim! witî: tûşî mamzêk bûm
çon mamzê? tûşî diłdizêk bûm
sermêgelî polî çawkejałan
řewtî dił û hoş deba betałan
boy xoşî deda be askî çînê
çim dî! wekû min çi kes nebînê
deyřiwanî heçend be nîwe’awiř
cergim detuwa, diłim debû siř
pêm wabû firîşte bû ne ask
lekwê heye askî hêndenask!
pêş pêy to lenaw hemêzî min bû
to hatîy û ew firîşte win bû
tajdîn le wiřênekanî zanî
zîn geywete êre bo jwanî
mem şête, witî: hełey bipoşe
nazanê dełê çî, zor nexoşe
ba lew bigeřêyn bibête aheng
ba mey bigeřêt û deng bida çeng
ba tawê be bade sergerm keyn
bo derdî ewîn diłê nerim keyn