41

biray baş bo řojî tengane bekare
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  705 Dîtin
ew coş û xiroş û bezim û aheng
zortir memî kird zebûn û diłteng
tajdîn dî ke mem gelê kesase
lêy pirsî be çaw, bira çi base?
mem destî lejêr şimek deranî
biskî řeşî zînî da nîşanî
papokeyetî lepişt memî jar
cûtê kezî řeş wekû dû şamar
dî kareke gend û nalebare
bo řojî weha bira bekare
her laq û desêkî bû be bałê
herçî zuwe xwî geyande małê
estê gutî: řeng le řû nemawî
kêt dujmine, çîte daşłejawî?!
tajdîn witî: małe dujminî min
kotêke le pîl û gerdinî min
sermayeyî gewre û giranim
bîbîleyî her dû çawekanim
mem bû, ew û zîn le gêjê kewtûn
samanî me, ger neçê, ewan çûn
ger agirê bernedeyne xanû
bo çarî ewan nemane byanû
mał bo min û bo to, korpe sawat
em pyawetîyem dewîst be awat
bîstûme kesanî xanesûtaw
agir dekujênnewe behoy aw
min awî beładerî biragir
emşew dekujênme be agir
mał agirî girt leser heta xwar
tajdîn milî na le dad û hawar
xizim û kes û kar û hoz û hawał
yekcê hemû bazî da berew mał
herkes ke le bax û sersera bûn
taqêkî nema berew hera çûn
mem mujde deda be zîn ke tajdîn
biřwane ke çî le bare kirdîn?
deryay xemî lê wişk hełênayn
be giřêkî le dojehî derênayn
to heste biçore koşkî şayî
min tûř bide agirî cudayî
tajdîn heçî bûy hemûy seruber
le şimek, le xişił, le zêř û zember
le pyawetîya ke giştî dana
ma nawî nemir leřûy cîhana
le diłî xo diraw, derawê kake!
karit ke heye be nawî çake
qaloçe weko deken şyake
ger pakî, nepak le xot cya ke
bextê ke diraw bibexşê bê xo
deyben kelepûrgiran, befîřo
ew kate gyan deçête bała
ne diraw, ne şimek be destî wała
bazařî ewêş wek êre waye
hîçit nebê çit le destî naye
key nirxî beheşte dû witey řût
key řê heye biçte pêşê nabût
xoşît gereke le řojî dawî
pêşbarê beřêke takû mawî
yan bextî bike leřêy hewałan
paş mirdinî xot deçî betałan
tajdînî çi xoşe hełkewê bot
nawêkî nemir bisênî bo xot
destit kewê dostî řasteqîne
hêjay hemû gencî ser zemîne