42

řazî diłdarîy zîn û mem be gwêy mîr degat
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  582 Dîtin
şay payebłinidî xoşewîstî
xunkarî cîhanî diłperistî
ew serwerey xêwî text û bexte
winbûnî le çaw şitêkî sexte
wek řoj ke le ’asmanî çwarem
lem cêge û řêge dûre herdem
bê bergir û perde tîşkî dawê
kam çawe nebînê tîşkî tawê
diłdarî û xor wekû birane
şêraneweyan gelê girane
tîjbał defiřn nêwanê debiřn
lemper depeřênin û perde dediřn
řazî diłî zîn nihênîy mem
her hênde jya ke hate serdem
bilwêrî şiřî zimanî nasaz
awazê deda le çol û řêbaz
lew cûte weha biław bibû deng
bibwe geřî kořî bezim û aheng
lew mom û pepûle bê biřew bûn
ber her witûyreyek her ew bûn
wek şewçere bû le dîwexanan
diłxoşkere bû lenêw cwanan
dûy dûr le hemû gunah û sûçêk
nawyan çuwe her kelên û sûçêk
her zarê wekû binêştexoşe
deycû le hemû kenar û goşe
her řazê ke carê kewte zarê
wa bizane ke kewte zarî şarê
wiştir ne besî bû bargiranî
wa zengułeşî xira milanî
bêkar û zimanşiř û nezanan
mindał û jinan le derk û banan
giftyan giř û wiř ke zor û kem bû
diłpêkewebûnî zîn û mem bû
bibwe ser û bin le bend û beytan
ta tenyewe geyye bekireşeytan
destewbecê řê û řê nebû gîr
nûk û bedî naye ber demî mîr
mîr pirsî ke çon dezanî waye?
bom derbixe lem giłołe taye
bom řûn kewe bîxere binawan
çonî bigrîn be sûç û tawan
hasane, witî binêremem bê
taq bibnewe xot û ew le yekcê
şetrencê biken le mercî diłxiwaz
lêm řûne ke dêne řû, winî û řaz
dořandit û birditewe, lecêwe
lêy pirse biłê diłit be kêwe
azaye, netirse, pałewane
sîne û diłî pakij û cwane
diłdarekî řast û bêdroye
deyłê ke diłî le xuşkî toye
xot ew deme xêwî bîr û jîrî
xawen desełat û bend û şîrî
xunkar wekû marî jehredarin
cwan dyarî deden lebin neyarin
maçit ke deken, bitirse jehre
zyanyan pitre le sûd û behre
xot tûxunî mar nekey kem û zor
mar, mare, çi zer, çi řeş sipî û bor
herçende lelay be nirx û nazî
pêk bênî heçêkî lêy bixiwazî
tozêk legełit diłî ke gořa
cêt ça dekirê le tengî gořa
nexwaze ke pîs û dûzmanîş
lay bin, çi dekey le çing emanîş
ey xwaye nekey nizîkî serdar
ne pyawî hejar û pak ne bedkar