35

mem serkoney diłî xoy dekat
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  598 Dîtin
cengê bû çelêk degeł diłî jar
ey nakesî pênezanî lasar
to diłmî degeł mina neyarî
datnagrê şerim û şermezarî?
bo kwê çû ewende swênd û peyman
xot çûy û hezar gutet lepey man
hîç bê emegî nimek wekî to
hergîz nebuwe û nîye tekî to
bê giftubełênî çewtuçêłî
biřyar ewe bû becêm nehêłî
detgut ke degeł to řast û pakim
azam û be dûr le tirs û bakim
ey bo çî leber ewîn hełatî?
ey bo çî derostî xem nehatî?
bo xoşîy û şadîyan hewał bûm
namnasî ke tûşî řojî tał bûm
biřwane gyan çi merd û řende
bê hêz û zebûn û kiz ewende
cêgîre le girtûxanekey leş
şayîm çi be to bê ey diłî řeş?
to çon debû gyan becê bihêłî
gyanit nebê parçeyek le sêłî
zîndûyetî to le pîtî gyane
řûnakî zewî le ’asmane
bê mom û çira çilon dewêrî
tarîkîye řêy nezan û kwêrî
bo yar deçî? yar lenaw gyanda
hanay bere ber, ke pêt nîşan da
to awêneyêkî řûnwênî
gyanit ke leber nebê çi dênî
lêy dûr mekewe desim be daman
hîç nakirê paşeřoj be daman
her derçî le řêge naye ser řê
çarî serî xot ke, çarî debřê
pê mebře le derkî ew be hîç cûr
ta bał neşkawe bifře bo jûr
bo kwê deçî, çîte? bo çî win bûy?
yadit nîye toş beşêk le min bûy?
xot win meke to ne gêj û kasî
xo nas bike ta xudaş binasî
pêt waye bebê me çûye lay guł?!
guł lay mine, to geyî be pêkuł
bejin û kezîyek le to dyare
řakêşt ekate pay qenare
çî wêłî leşwênî ew xeyałe
bo yar degeřêyt û yar małe
biřwayî meke be wirdexałan
małit mede zengîyan betałan
peywend meke xot be dawî biskan
bes bo dem û lêw bide henîskan
zertûşt deperistî ey bełagir
nêzîkî bese dekewye agir
çeşnî to hezar melî birîndar
şîngêřî biken be dad û hawar
min çeşnî pepûle debme qeqnes
tê nageyenim le řazî xom, kes
ey dił detewê le xoşya bî
ta wa bî hîwat nebê ke ça bî
pirsîm le pizîşkî jîr û çazan
bo to! witî: dax û derde derman
parêzê bikey le xêr û xoşî
şîrîn biřjênî tał binoşî
çît arezuwe zyane bo to
xem çarete, jan jyane bo to
hênd derdî diłî lekin diłî gût
bew xakesere diłî, diłî sût
wek agirê ber bideyte hejgeł
daygirte çiřeçeman û dûkeł
qurmî řeşî xiste jêr mełaşû
mêşk û serî axnî tep û dû
awêneyî řûnî hoş û jîrî
wa lêł bû çi şit nema le bîrî
wek hewreřeşêkî serbexo bû
hewraz çû, le ’asman weko bû
xwênawî henaw û çawî piř tem
dabarî be řêjneyekî kem kem
terzekutî wirdî cerg û sî hat
lem şesteřehêłeda lehî hat
lafawî le derdî dił hełsita
mem pêy nedewest û pêy newesta
pêt wabû ke dîcle û furatin
ceyḧûn çuwe pał û hersê hatin
herçende be şînî ew ewîndar
şîn bû ledem em çeme sipîndar
ew deşte bibû be baẍ û gułzar
ta çaw biř eka hemûy guł û dar
ew bulbulî hênde arezûmend
bendî leşî lê bibû be pêwend
tûlî řike lêy werand peř û bał
poşrabû be mûy sipî syaçał
bałay wekû sewłî bo kewanî
awa bibû mangî nawçewanî
serkułmeyî sêwî zerdî bêbon
şwên daxî le awî çawî lê bûn
wa bibuwe şełał le aw û xwêna
awêneyî řengî jengî hêna
çî tîn û twan û hêz û bîr bûn
hełyan nedekird û lêy zwîr bûn
çil řoj û şewan kewt ledem çem
zîndû bû be dem, bełam beḧastem