34

řûy witarî dekate şineba
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  631 Dîtin
hîçî nedegut kesî degeł ba
axaftinî bû tenê degeł ba
ey naskî nadyar wekû gyan
perwerdeyî ton heçî guł û gyan
řêget heye biçye lay hemû kes
hîwame ke gîr nebî demewdes
namem bigeyêne koşkî yarim
begranî mezane derdedarim
koşkî bełeke û mezninşîne
şazadeyî kurd bibîne zîne
pêşan ke deçî be çapûkane
maçî bike derk û serderane
katê ke degeyte řûbeřûy yar
ser dabnewêne boy gelê car
řûy têke behêmnî û leserxo
tay biskî nelerzê ba leber to
řaweste lepêşî dest be sîne
xoşî le to! têr gułim bibîne
kułmî mede ber giřî henasan
zor naske ba nebê herasan
nûsraw ke be xwênî diłme řengî
lêkî bidewe sûkê, bîde çengî
ger xwêndîyewe kem le dem binořî
řaspardeyî ça be, dił negořî!
le ziman minewe biłê be zarî
ey řojî be tîşkî kurdewarî
serçaweyî awî jînî lawan
řûnakîderî gilêney çawan
cwantir kir û řengî destî yezdan
wêney to le kame baẍ û řez dan?
pesinit çi bidem ewende cwanî
wek herçî biłêm cwanî, wa, nî
ey şahî cwanî, padşayan
wa başe le bîr neken gedayan
ta derçê be dadperistî nawit
byankuje be tîlî mestî çawit
le gunahî hejarî xot bibûre
lêm řûn nîye gerçî ew çi cûre
her hênde heye diłêkî min bû
řojgarê lelam bû îdî win bû
gwaye perî destî lê weşandim
tay jînmî biřî û diłî řifandim
katê legełim hewał û cût bû
zor badî hewa û be şat û şût bû
lasar û bizoz buwe dyare
gişkes beşî xoy gunahbare
bo daneyî xał çû kewte dawa
gîrawe le bendî biskî xawa
herçî legełî bikey řewaye
bimbûre ke boy dekem tikaye
bîbexşe gelêk nezan û xawe
bew pirçeřeşet penay hênawe
bexşînî gunah heçend kemîşe
bexşendeyî xoştire hemîşe
ey sirweyî nerim û pak û xawên
bespayî hełsite maç ke dawên
to xwa şine katê derdeçî û dêy
bom bêne kemêk le tozî ber pêy
tozê ke le solî ew swawe
dermanî diłe û somayî çawe