ay dem adem

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 2 Xulek  849 Dîtin
boçî emende ser kiz û şêwaw û ’aciz û sistî
damaw û zerd û xefetbar û wiskit û pestî
derdêkî karîy derûnît heye weha girjî
yane xumarî dûkełî wafûr bûy mestî
ey řołe ahî girînit goway derdî diłe
çarey begoşenşînî nîye debê hestî
arî newey gelî mîdyayî şahî key exsar
pê leşkirî ewî bo hemû goy zewî pestî
çaxî le asî arî behêz û cîhan gîr bû
êsta le arî pawe leser destî ’aleme destî
her babetêkî em gele dewrêkî jûrî zû dîwe
bexşî xwaye boyan ḧukmiřan û serbestî
adem le daxî karî demî dîgut; ay dem dem
ewsa le baẍî ’ednewe bo kêwî hînd xwa xistî
řołanî lêyewe fîrbûn pêyan degut adem
boy bû be naw pêy xoşbû ke xoşî deybîstî
pêşîn zwanî merdume guftî şirîn û nazkî to
le biłme biłmewe bû bo gelan zwanî pêwîstî
zor jûrî, zor biłindî, yeke řołeyî nûḧî
boye le dewrî cûdî neřoyî gelit lewî wîstî
guftî şîrîn û řêkî esîrîNasnava edebî leber bike řołe
tarîkî mîllete hoşenge bêj û hełbestî