honrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
2 Xulek
929 Dîtin
řołe merbûtî xelafet be, xelîfey ’erebî
le sulaley ’elî-ye řebtî řesûle nesebî
behemû mezhebê meqbûłe îmamî ḧeqe
le kemałe ḧesebî, hem nesebî, hem edebî
ewe îmřoke ře’îsî hemû îslamî cîhan
hemû îslamî cîhan her bewe şan û şerefî
bey’etî lazme bê şubhe ḧuseyn îbnî ’elî
saknî małî xudaye, dujminî dîne hedefî
ewe buhtane dełên leşkirî îslamî şikan
gwaye lew leşkire serkirde bû feysełî xełefî
ewe te’dîbî kesê bû ke le xwa ’asî bû
kirdî ew bê edebe ẍaretî emwalî nebî
çi ezayêkî behem sayey pêẍember kird
sebebêkî nebû ew îşe, meger bê edebî
çuwe řewzey nebewî ew qiseyey kirdî cemal
bîbyê herçî kes hełde çê beḧrî ẍezebî
ewe şeytane, decûłê le ’elîhî şurefa
le’netî xway çuwe ser, kem nebû adem şerefî
tel’et û enwer û cawîd, cemał cahîd
tefreqey ’unsurî îslam eman bûn sebebî
ey esîrîNasnava edebî baẍîzanî şurefa her xeceln
ger berîbin le şefa’et nîye řastî ’ecebî