da’ almîlle
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
951 Dîtin
xełkî xor’awa bizanî çî ezanin wiř ebî
geştî şar û karxane û kirdeyan key, siř ebî
seyrî wêrane û kelawey xakî kurdistan bikey
têdegey ḧałî gelit, ewca le daxa miř ebî
boçî wek gel gel, to nabî hogrî pyawî gelit
wa leber çîte peşêw û her leyek biř biř ebî
ta leser em bîre bî, wa bê řewişt û kirdewet
her weha mat û peşêw û, milkeç û cil şiř ebî
dujminî gewrey xotî, bo merdimî dî nokerî
axir û encamî to kurde, bizane qiř ebî
lawî kurdî min, nemamî newřesîdey mîlletî
wek pêşûnanit bicûłêy, dyare toşim ziř ebî
ey esîrîNasnava edebî tûşî derdê bûyte da’ulmîlilةErebîye
nageřê zarit heta demrî, le gořa kiř ebî