ho merdî mîlletî

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  843 Dîtin
ta key le derdî weten her le ḧesretî
xorak û xew nemawe le dax û le mîḧnetî
mûçet musîbet û beław û ẍem û pet petî
homerdî mîlletî
***
em nîştimanete mêrg û řez û guł û çemen
bo řistigarî ḧeqte le berkey řeş û kefen
her têbkoşe gwê mede bedxiwah û bawu ben
ho feřî xwahî weten
***
dayey weten dełê ho xizmukar û kesim
bedbîne bo wêranekirdinî min afet û heresim
haware wa biřawe bendî dił û nûze û nefesim
ho lawî newresim
***
manendî xakî to nîye emřo le řûy cîhan
danê bo serfirazîy ser û mał û gyan
nawit demênê, leşt haka bû nîhan
ho kuştîy nîştiman
***
’alem le řûy zewî emřo le koşiş û hewese
wiryayî û hest bizêwî û hese
emřoje řojî kirde wu karî dese
esîrîNasnava edebî witin bese