nîştiman
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
2 Xulek
1088 Dîtin
xoşewîstîy nîştimanit ba’îsî îmante
çoł û wêranîy wiłatit mûcîbî fewtante
tozî em xake ’ezîze, merheme û dermante
kełbez û eşkewtî kêwî, qesirte û eywante
***
doteyî şo x û qeşenge, řêk û řengîn wek wewî
nawî em şîrîn û şoxew nîştimane hem zewî
lawî newcahim deheste, bo çî sermestî xewî
hî tuwe em nazenîne, çawekem toş hî ewî
***
xoş û diłgîre nimûney cennete kurdistan
bêşe wu şaxî bo mîllet, bote ba’îs fexruşan
seyrî ken lêy têbgen em cêye sînemay cîhan
serweranî gel le ’îşqî xakî wa hełwasran
***
ser nenêye textî sîney xakî pakî nîştiman
xwa peristî key, nîye feřî le bo dîn û îman
ḧîkmetî secdey eto xoşwîstinî cête bizan
řehberî kurdim ekem bot ḧîkmetî dînit beyan
***
geş be ey cêy şahî mîdya, şad û xuřem bew bijî
cergî lawanî gelî kurde le mîllîyet tejî
şerbetî wiryayî wu jîrîy gel û komeł çejî
baweřit bê ta cîhan mabê newey kirmanc ejî
***
sewz û awdar û gułistan û çem û baẍî weten
ḧeqme bo mułkêkî wa ḧazir le sermaye kefen
wa le daxî kun kune cergî esîrîNasnava edebî wek seren
her dełê qurbantim, dakim weten, babim weten