fêrî ’îlim be

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  562 Dîtin
guftêkî wa dełêm ke bekarî dîn û dinyate
ey řołe xoşwîstinî westa û melate
çawit le her çî core biłindîy zemane bê
baweřke mamewesa řehberêkî gewrate
ger bê û be’arezûy diłî bî bida derist
ew derse bo jyan û asûdeyîte, hîwate
her çendê bitjyênê bab û dak xêwî leşin
bogyan perwerît wesa xêwêk qate
ew ’îlme çake, ke deyxate mêşkit zana
bo çûnî tarîkîy cehilit, çirayî řoşnate
bo her çî dewłet û gelî bêgane bê seferit
sermaye ’îlimte le dest, bo to sewqate
lêt xoşbê mamewesa jîr ebît û berxurdar
xoşewîstî ewî ey řołe xoşewîstîy xwate
te’rîxî mîllette karî çakî desî westa
geway em witeye manî taqî kîsrate
wa têmege bejîrîy xot tê egey bebê westa
ew xêw û giřderî çape le mejgî mînate
westa newazşî lawêkî bê le xûndin û kirde
bo çaxî pîr û dwařojî ew ewa hate
ey řołe guftî çakî esîrîNasnava edebî legwê bigrî
fîrdewsî goy biłindî biłindan cêgate