ḧîkmetî xwaye

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 2 Xulek  775 Dîtin
ḧîkmetî xwaye henê kes tûşî derdî mîllete
axrî lew řêye beşyan ax û dax û ḧesrete
derbeder bûn û perêşanî û wêłî ser kizî
çûne bendîxanewe, mirdin besî paw û pete
gerçî ew core kesane bo xoyan naken oxey
bo biłindîy jûrî gelyan, pêwebûnyan řeḧmete
wa nebî wa nabê dunya taku emřo wa buwe
pyawî mêşk řûn û zana, her le řenc û ezyete
merdî meydanî syaset mirdinî nayête bîr
nêreşek bo kuşte, mê ta demrê bo xoy řaḧete
gerçî zû demirin nîşangay ẍem û derd û bełan
nawyan ta ḧeşir emênê cêw û řêyan cennete
paşî çen piştê newey pawanî gel lêyan egen
maçî kêlî gořîyan ewsa benore û newbete
heykelîşyan bo deken, pol pol deçin bo dîdenî
lapeřey tarîk benîşaney emane ḧesrete
ew gelaney jûr û gewren kuştîyan zor zû
řołeyan êstake boye ẍerqî naz û nî’mete
pyawî kirdey gel bepence da’îmen dyarî eken
řast nîye ew gifte meşhûre syaset syasete
zîndewer kotayî her dê, sake waye mirdinê
bo gel û nîştimanî ça bê, ew nemane ’îzzete
kone pyawanman nezan bûn, bo xoyan asûde bûn
wa ewey dway ême dê, asûde wu bê mîḧnete
çareçîy em bare kewte ser pyawî ḧazrî
çarenûsman wa buwe, bo ême bê em pet pete
řaste em guftet esîrîNasnava edebî xistite hełbestewe
ḧîkmetî xwaye henê kes tûşî derdî mîllete