jepon

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  866 Dîtin
piř diłim derde bira derdêkî çon
dařzawe dił serim kase le bon
řołe em damawîyem bo xom nîye
matem û řencim leber dwařojî ton
seyrî jepon ke çilon serkewtûn
dwênê hestawin le xew emřo le kon
kargerî hênde zyadî kird le wan
řûsekan emřo le boyan serfiron
keştîy serpoşrawî asnîn
wek nehengî jêrî derya pêy deřon
wa leser deryayî dagirCih berz ebin
defiřn û perwaz eken her wek hełon
keştîy połay zirêdarî zelam
çen nihome, wek qeła kirdarî xon
kan yan hîçî le jêr xaka nema
giştyan derxist û defroşin beton
kirdeyî karî ewane piř cîhan
kelpel û bellûrîyat û řonî bon
bem hemû serkewtine û kar û bere
dînyan êstake herwa dînî kon
hogrî yek bûn û boye çûne jûr
hîç neyangut min hem û ew bê çiłon
bîrî qeyre û pîrî to kełkî nîye
lawî min nîştiman û gel çawnořî ton
qeyreye gerçî esîrîNasnava edebî sawe bû
xoş xwanit bû le şaho wu lihon