şade gelit
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
846 Dîtin
leşim le xakte, gyanim mîwante weten
mistê le xakî to nadem, behînd û çîn û xuten
řûbar û mêrg û guł û çîmen û çemî
kanîy şirîn û baẍ û řez û sêber û sehen
xoşwîstinit weha besoze, ke karî le kelle kird
agir le dił ber eda, cya eka leser beden
wa her xerîke dujminî konit beřoj û şew
bo bin biřînî mîlletî kurdit bebaw û ben
ey nîştiman ewaney řeqîbî toyan dewê
wa têmege beşerbin, ewane şewen
ey lawî serfirazî gelî kurdî derdedar
şade gelit,geşe řeng řûne, êwe hen
koşiş biken bedest û pêw qełem û çaw û dem
bê şubhe zû bezû behîway xotan degen
lem řêye herçî bełayê bê gwê medenê
ya mirdine û ya nexo hîwaye pek mexen
řojê be’arezû degen û şar û xuřem ebin
welê beşî esîrîNasnava edebî sê paw û pet û kefen