alle akbir

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 3 Xulek  1257 Dîtin
ey bira meřwane mał û xaneyî wêranî min
têbge zanîn û fen û kirdewe û ’îrfanî min
řołeyî kurdim, sîlaḧşûrim lemeydanî şeřa
’alem eyzanê çilon bû řostemî meydanî min
ger biřoy geşt û guzarî baẍ û baẍatim bikey
têdegey ewca çilone cennetî ’ednanî min
seyrî kêw û damenî kêwanî kwêstanim bikey
her dełêy alle akbir çen xoşe seyranî min
awî bermawey mine nîwey cîhan têr aw eka
bo ’îraq û elcezîre řoḧe em awanî min
mezre’e û kêłgey wiłatim bote ’embarî cîhan
řizqî êran û ’ereb te’mîn eka xermanî min
bo biłindîy xoy bequrbanî jyanî gel deka
gyan û małî hîçe la, serkirde wu gewranî min
řûbda bo dîn û mîllet zeřeyê kurtî û bedî
gyan eden naken teḧemmul ’alîm û şêxanî min
ew kese bedbîne îspatî cehil bo xoy eka
wa eka înkarî zor û debdebe û dewranî min
lapeřey te’rîxî ’alem şahîde bo dewrî min
dyare hêşta taqî kîsray dewłetî sasanî min
îddî’ay ’îlmî mosîqa ahî min îspat eka
řast û sêga wu beyat û lawik û ḧeyranî min
dîze wu bêjing û teşpî, pestek û şał û kiłaş
şahîde bo kirde wu karî desî konanî min
debdebey cemşîd û daraw û fereydûn û keyî
qabîle înkarî ’edlî şahî newşîrwanî min
xêłî dewrî enqere û ’êlatî serkey bayezîd
çaxî dinya girtinim bû ma lewê kurdanî min
mîsir û yonan û yemen, hîndistan û turk û řom
çon musexxer bû begurz û xencer û çewganî min
ey bira ew qewme jûrey şuhretî suryanîye
her ewe gořawe lefzî mîlletî soranî min
ḧezretî îbrahîm dełên asûre, aẍa sûrîye
bem wite kurde, dyare sîlsîley ’ednanî min
ḧezretî nu’manî sabît bû ḧenîfey sermezeb
kurde xawen ’îlmî beḧrî bê payanî min
pyawî wek sułtan selaḧedînî eywibîm buwe
fexre bo îslamî ’alem, kirdewey sułtanî min
înqîlabê çonî pêkhêna le îslam û ’ereb
mîr ebu muslîm bû serkirdey gelî şêranî min
nadrî efşarî wu ’ebdulkerîm xanî zenî
dwênê dengî da le ’alem setwetî şahanî min
giftugoba întîhay bê, xatîmeş bê bem wite
nîsbetî arî bese bo ’en’ene û ’înwanî min
meslekî min her çenê lem terḧe beḧse dûrşe
ey esîrîNasnava edebî pêm dełêy mîllîyet û wîjdanî min