seyd eḧmedî xaneqa

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  999 Dîtin
xwanî mîwanî dîtba ḧatem
serfiroy şerim ebû deşîgirt matem
ne le derga û xwanî mîwanî
bestira bê le guftî xorşî kem
hîç newtira behîç mîwanêkî
lêre çen řoje, xorşî çen jem
leşkirî şah û cyayî mîwanî
cařî em nakirê bezîr û bem
dengî badey şirînî zêřînî
wa ziringa şikanî camî cem
bezwananî řojhełat herkam
gufit û goy daye zaye, řayedem
ger bipirsin le mameza û xizmî
gişt piłingî çyaw şêrî çem
hêzî guftî le mejgî gwê dêrî
řûn û řûnakî bexşe her wek şem
hênde jûr û biłind û bêbake
bo cîhan nagrête dił hîç ẍem
besye piştî peyamberî wasa
şah û serdarî baẍekey îrem
çakî seyd eḧmedî xaneqa esîrî
nîye twanat esîrîNasnava edebî bigre dem