hoşeng

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  604 Dîtin
çibkem le cîhan û xom nezanim
sûdim lemeye, ke derçê gyanim
lem tê negeyîne řencemanim
derdêke nezanî pyawî hoşyar
keyf û hewese nezanî bêhoş
***
em çişte betałe piř le goye
tarîkyêke neba ne goye
kotayî eger hebê le koye
ew hîçe weha weha her eřwa
yane le wela cîhanî tir dê
***
lewlatrî em cîhane çî dê
dîsanewe hîç û çiştî dî dê
hîç û le wela cîhanî dî dê
kota nîye yêk le dûy yek eřwa
bîrim leme têkçuwe û keşengim
***
lew dîw û le piştî em cîhane
deřwa, nîye bo binî nîşane
çiştêkî wehaye kes nezane
gerçî emeye le nwîsî hoşeng
hoşim le emeş bû pêçewane
***
bêtu eger em cîhane biřwa
kotayî nebê, weha wehada
estêre wu mang û xor û piř ba
lem kare wiř û nezan û gêjim
em bîre le kêşî min nîye debengim