derdî toranî
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
941 Dîtin
pêşû û êstem perêşanî bû, ahu derd û ẍem
cêge wu dewrim leber firmêskî çawim bû benem
agirî sînem befirmêskim giřî danamrê
daẍe cergî agirînim zehir enoşim dem bedem
gerçî wek ask le bêstanî wiłatim geşt ekem
fa’îdey çî her weku řêwî giriftarî tełem
kewtime deryayî dagir derdî bê payanî to
řołeyî kurdim necatim çon eda merge melem
çwar sed sał bû le bo toranîyan řenicit eda
wa benaheq detkujin bo toye ah û welwelem
řût û qût û birsî wu bê ’îlim û cahîl maytewe
têgeyştûy mîlletit sîney buwe kanî elem
bê beşî ’îlim û me’arîf, sen’etin toranîyan
lakin ustadî cîhanin her befîşał û bedem
çer kes û kurd û ’erebyan xiste derdî ernewd
bo xoyan mawetewe dinya serujêr bê çi ẍem
ger binûsî kirdewe û bedxûyîy toranîyan
îktîfa naka esîrîNasnava edebî qaqzî dinya û qełem