pêwe bûm emma çilonîş pêwe bûm

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  603 Dîtin
pêwe bûm emma çilonîş pêwe bûm
wa leşim fewtan û înca lêwe bûm
çûme estenbûłCih le sałî bîst û heşt
pîrî pîran dersî dam û têwe bûm
’îşqî nîştiman û gelim wa kewte ser
şêt û şeydayî geyîne hêwe bûm
baw û bapîr hîç necûłan bo weten
boye min emřo le cêw û řêwe bûm
ger bipirsî bo çî wiskit bûn dełên
çaxê min em basme kird min gewre bûm
ger necûłêm sawele’nim lê deken
şikłimiş pêş çawyan wek dêwe bûm
tûşî derde pyawî dewrî înqîlab
boye wek sûtawekanî xêwe bûm
her debê bo gel bikoşî řoj û şew
ey esîrîNasnava edebî sed biłêy min pêwe bûm