pêwe bûm emma çilonîş pêwe bûm

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  870 views
pêwe bûm emma çilonîş pêwe bûm
wa leşim fewtan û înca lêwe bûm
çûme estenbûłLocation le sałî bîst û heşt
pîrî pîran dersî dam û têwe bûm
’îşqî nîştiman û gelim wa kewte ser
şêt û şeydayî geyîne hêwe bûm
baw û bapîr hîç necûłan bo weten
boye min emřo le cêw û řêwe bûm
ger bipirsî bo çî wiskit bûn dełên
çaxê min em basme kird min gewre bûm
ger necûłêm sawele’nim lê deken
şikłimiş pêş çawyan wek dêwe bûm
tûşî derde pyawî dewrî înqîlab
boye wek sûtawekanî xêwe bûm
her debê bo gel bikoşî řoj û şew
ey esîrîPen name sed biłêy min pêwe bûm