alam

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  657 views
çaxê emnîş ḧakmî mecmû’î cîhan bûm
meřwane elem řoje ke bê nawwinîşan bûm
nûsrawe le te’rîxî beşer kirdeweyî min
ba’îs benezanîne leto min ke nîhan bûm
ew řoje ḧemûrabî sere û jêr bû le destim
nawî min e lew řoje kûsî ferdî cîhan bûm
alam û kûsî herdû bira bûn û le arî
alam buwe fars emnîş gurdî ewan bûm
min bûme esel kûtehîy dewłetî asûr
min muncîy danyalPersony benî îsra’îlîyan bûm
babilLocation bequwey leşkirî min bû bexerabe
estêre perist bû emnîş ehlî îman bûm
walîm le bereẍme hebû cêy êsteyî izmîrLocation
lew çaxe ḧukmiřanî hemû řomLocation û yonanLocation bûm
çen car yemenim girt û ehalî buwe mil keç
gurzim hebû xawen supeh û tîr û kewan bûm
têkoşe le bo setwetî caranit esîrîPen name
lem řêye bikujrêy mełê min tûşî zyan bûm