haware pêẍember

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  920 Dîtin
haware pêẍember bike dermanî derdî ya tebîb
kewtote derdî bê dewa çarey beto dekirê ḧebîb
em bêkese bê çareye em luř beçe awareye
bêxawene bêpareye çen qeřne wa dedrê firîb
soltanî bû samanî bû, sułtanî wek sasanî bû
řostem kuřî meydanî bû, toranî mil keç bû ’ecîb
ew xizmetey kirdî ebu muslîm bo neslî haşmî
ehlî sełîbî wergeřan, yûsif sełaḧedîn necîb
haware pêẍember bike lay xwa şefa’et bo ême
kurdan hemûyan mîlletit mawin le ḧîretda ẍerîb
newzadî řołey kurdî gurd bextit bebîrim taze mird
mawî bexot řût û zugurd, koşiş ke înca yanesîb
du’a bike bo mîlletit daku nemênê ezyetit
her çen ke zor bû, mînnetit bang ke esîrîNasnava edebî ya mucîb