xuşewîstîy bab û dak

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 2 Xulek  854 Dîtin
new řesîdey baẍî mîllet çawekem gyanim fîdat
guftî çaket pê dełêm gwê bigre ey lawî wiłat
dak û babit her ke pîr û, kem des û uftade bûn
ḧeq wehaye xoşewîstitir bin le řołanit lelat
cêgeyî cyayan bibê xizmetkirên daym weku
xizmetî butyan deken hîndû le dêru sewme’at
xwa nexwaste bêtu ’asîbî bedłyan gernekey
řastî faydey nîye bo to ḧec û sewm û zekat
têbfikirî çaxî mindałî nexoşbûy, babeket
bo ewey zû ça bibî herçî hebû eykird fîdat
ger le kołana bihataye zirîke û dengî to
zû bepêxawsî le derga derdeçû bo lat ehat
çaxî êware le kar û kirdewey řahî debû
kułmekanî maç ekirdî pak deyşuşt dest û pat
lew şewî dûrî zimistan û, besermaw û sehoł
daykeket şîrî dedaytê, bibuwe qełẍanî bełat
dengî giryanit bihataye le cêga derdeçû
řaydejendî layle go bû, taku çaxî řojhełat
çendê pîsît kirde leşya, çendî mirdarîtî şuşt
hîç le em pîsayîyanet, daykeket qêzî hat
řojê detwanî bexêwkey kake mindałêkî xot
boye fermûy pêẍemer cennet lejêr pêy ummehat
lêt řezabin dayk û babit bextyarî ey ’ezîz
bê şike du’ay ewane, ba’îsî fewz û necat
çon bemnidałî bexêwyan kirdî, toş wa bî debê
çaxî pîrî her ewan bin gewreyî mał û serat
dem bedem parûyî çewr û xoş û pakyan pê bide
gwê mede bûn û nebûn û, gewreyî û hat û nehat
ey esîrîNasnava edebî to le derḧeq dak û babit çî bikey
bê şike derḧeq etoş řołey şîrînit wa ekat