şînî şehîdanî kurd

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 2 Xulek  832 Dîtin
yareb çe musîbetêke le kurdanî ême qewma
lem mîllete mezłûme ne xorak û ne xewma
xwênî şuheda her weku sêlabî behare
herwa leşî kujrawe detlê be řûbare
hawar û girîn û ceze’ û matem û şîne
em zułme leber arezûy dînî mubîne?
şêx û ’ulema û seyd û sadat û ře’îsan
bê şubhe benaḧeq hemû bêkirdewe kujran
botî bijmêrim şuheday weten û dîn
biřwane dû çawit bexuřem cogey xwênîn
şêx qadrî serdar û muḧemmed xełefî ew
diktor fu’ade kesî min gwê gire bişnew
se’dî beg û fewzî beg û qasim beg û xan beg
yuzbaşye fîkiret beg û, eczaçî salḧ beg
şêxin hemû ’ebdułla û سەیفûڵلاە dîndar
mela selîm neqşî, le batnî diłî huşyar
aya çe ře’îsê bû, le ’eşîret ḧeme aẍa?
bo şêx ’elî dił desûtê sîne le daẍa
yuzbaşî qadir beg û ebubekir û ’îzzet serdar
î’damî mela qadrî kird dujminî ẍeddar
xoy kirde fîday weten kurd se’îd beg
qurbanî weten bû be seru małî řeşîd beg
kujrawe îsma’îl beg emma be çi ẍedrê
bo lawekanî bedirxanî sîne dekutrê
xoy û kuřekanî ye şehadet hemû řoyîn
muftî le dyarbekir emane hemû xoyîn
sałḧ begî paşa çe ře’îsê bû dezanî?
me’sûmî biraym paşa fewta çuwe fanî
gewrey hemû layê bû ře’îsî hemû mîllet
xoy û kuřekey şêx se’îd kewtine zîllet
dîndar û musłiman û mutî’ bûn beşerî’et
zoryan ’ulemaw seyîd û erbabî terîqet
gewre behezaran û ře’yet bemlyon
çend sedî dî, çûne eger, bê seruşwên
em derd û beła û elemey hate ser êwe
ey kurde meger çêştibêtî xanliẍî xêwe
xwênî diłe deřwa le dû çawî kesî kurdî
pyawî wetenî waye, bira gewre û wirdî