şîwenî şêx muḧemmedî keredan

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  829 Dîtin
le řêgey ne’şî pakî şêx muḧemmed seyîdî wała
hezaranê le dewrî daremeytî merqedî ała
weha haja bû ’alem her weku derya lemewcabê
le yektir bê xeber mestane, debzûtin hemû lala
leser des, des bedes, taku geyşte gořî piř nûrî
beřûy yek, merdim û ḧorî û firîşte, giştî heł kała
beşer deywîst zewî bê cêy, melek deybirde ’îllîyîn
sułḧ wa bû leşî lêre, melek řoḧî berê bała
esasen řoḧ perwer bû, le dinya û lezzetî bêzar
leşî bergêkî kulfet bû, bemirdin řoy û damała
sema wa ẍaretî kird, komełî nûrî beyeẍma bird
eme pîşey semaye, řûy zewî herdem eka tała
be ẍufranî wedûd te’rîxî sałî řîḧletî şêx bû
bulî baẍî beheşte şêx muḧemmed seyîdî wała