giftugoyî jûr eka

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  750 Dîtin
ḧîkmetêke ’eşqî merdum řoḧî ’aşiq jûr eka
dil lemeylî jîn û xoşî, keyfî dinya dûr eka
bêcge bîrî xoşewîstî û meylî lê xoşbûnî ew
hîçî dîy hîwa nîye, bew yade xoy mexmûr eka
sozî cyayî ser kiz û pejmurde û wêłî eka?
agirî sîney giriftarî weku tendûr eka
quweyêkî manîtîzmînî lelaye xoşewîst
mejgî ’aşiq dem bedem bew quweye piř nûr eka
hîç netirsa, kewte naw agir biraym ’aşiqî?
agirî sûrî weku befrî sipî bellûr eka
her witî mensûr ena aliḧqErebî, ta be’ezyet kuştyan
řencî ’aşiq zor ’eceb xoşwîstinî estûr eka?
’eşq dû ’eşqe, yekê ’eşqî xwa, yek mîllete
bêcge lem dû xoşewîste ’aşiqî řencûr eka
řû le meylî ’îşqî zułf û kakołî şîrîn meke?
’îşqî nîştiman û gele mejgî teřit piř nûr eka
’îşqî mîllet îxtyarî des esîrîNasnava edebîy senduwe
boye bê perwa ewende giftugoyî jûr eka