derdî dił, diłî sewzim
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
1 Xulek
2264 Dîtin
derdî dił nûze dirêjêke ke min deyzanim
dastanêkî çi gêjêke ke min deyzanim
şorî giř bade û peymane le mêşk
soz û awazî çi bwêjêke ke min deyzanim
twêxî ejno çûn û anîşkî niza
merc û pêwîstî çi nwêjêke ke min deyzanim
kê terîke le dił û pişt le diłe
xawenî řistî çi kawêjêke kemin deyzanim
diłî sewzim le zerdî to delerzê
le sardî to germ bo to delerzê
le dûrîta weku ahûyî gîraw
lenaw dawa beho û bê ho delerzê
leber demta le katî têpeřîna
weku muwêk nizîk pişko delerzê
weku ew êwareyey mang kewte xwarê
weku perdey demî aso delerzê
diłim xwêne gułe endam û cestet
be xwênî dił weku şewbo delerzê