řûdawe nebřaweke

beşî sêyem
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 1 Xulek  743 Dîtin
serinc eda
diřkezî û kełewê
bebar
çemołe
le narinc enê
her gerûne û
qetar qetar
mutirbe
le tirinc enê
tacî awrîşmî
perî
leser serî
dirinc enê
dest û bazûy
dijî behar
pêmeře wa lebinc enê
ey firîşte
derga
hemûyî leser pişte
bo pelewer
bo bałinde
bo serkewtû ruwe û kwêstan
bo řafraw berew germyan
tenya take melê nebê
lem sirûşte
dergay bendî leser pişte
leser xwêndin leser beste
ewîş bulbulî sermeste
bo guł xwêndî
qefes kira
bo em çił û ew çił
witî lem la û ew lawe
bes kira
bo bax fermûyî
bo dax fermûyî
kot û zincîr
le des kira
bełam xwêndî
her eşxiwênê
heta kwêstan
řeng û řûyî
caran hełdênê
heta kwêstan
zerdî
le çawa namênê
heta kwêstan
diłopî
firmêskî yaqût
beser
seywana eřjênê
ta kurdistan
tołe lem çerx estênê