řûdawe nebřaweke

beşî duwem
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  686 Dîtin
kwêstanekan
derdedarbûn
çend sûřê bû
bê behar bûn
bew dirmewe giriftar bûn
lepiř
dûçarî azar bûn
çawî pişkoy eşkewtekan
kewtine gil
diłî legokewtûyî mile
hatewe pil
biřjangî hełwerîwî bîr
kewtewe mişt
dergay şûre
kirayewe
tûtî
be bangî piř qîjey
hawarîkird
biřayewe biřayewe
goy hunerîş
birayewe
qariçk
lepêş wadey xoya
kewte bazař
behê pişkût
hawîn legeł zistan
cût bû, lût û bizût
behar zû hat
nesrîn legeł lawlaw
beyek geyîn
kotir be berdemî
baza hat
bê gileyî
çopî gîra
meşxeł çiray řon gerçek bû
ser le êwarey hełkira
koř germ bû
çewał nema
kitêb bû be sûtemenî
şew nerim bû
taze teşpî
řêçkey ebest bo semenî
mam simoreş
ew řesene
dest û pence û pê
bexene
zît zît ebleq
eyřiwanîye
em dîmene
ser suřmabû
tya westabû
serinc eda
kwê hêcgar
kûř û hewřaze
bo xawen bîr
ewey řêřew û řêbaze
firîştekan
qelfiř kiran
tere û řuwe û dozex biran
qełem
wird bû dirişt kira
lapeře bê birişt kira
serinc eda
řêga ror sext û hewřaze
keçî bê bak
milî şî’ir
xirawete jêr qeřaze
gerdinî tîp
bebê kêşe û bê çełeme
xirawete jêr kełeme