řûdawe nebřaweke
beşî yekem
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
1 Xulek
732 Dîtin
kwêstanekan
derdedarî kemxiwênî bû
wirtey şemał
legeł gwêçke nihênî bû
şeř zû hat
giře sûr bû
dozexî werz
piř le mor bû
geła
weku sî sîlawî
kunawderbû
kew her le kerbelay şaxa
denûk û qaç xenawî bû
kołû guł bû
çawig çił bû
kwêstanekan
derdedarî kemxiwênî bû
tirê her zû
ał û boł bû
hemû şitê
le kwêstana
ehat be şwênî zistana
kew her le kerbelay şaxa
çîneker bû
lenaw tofanêkî axa
qaspe tał bû
taqtaqkere
wişey zał bû
wirç lawaz bû
qed barîk bû
tîşkî řojî la tarîk bû
bê bołe bû
ewey le defterya nebû
encam sendinî tołe bû
sał sałê bû
bo dagîrker
hêrş hêner
gurûy minałê bû
nûstûy derew
qedpałê bû
tar
perasûy kake mem bû
def
ser sêngî xatû zîn bû
perdax
piř le şerabî nesrîn bû
eheng
naştinî ferhad bû
hewr
dûkeł bû
dûkeł henasey kwêstan bû
sûtandinî kurdistan bû