şepol

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  1029 Dîtin
şepol şepol legeł deryay jyana
hatîn řoyîn be dû twêy asmana
hendê xeyał hendê řastî û dirustî
gêjawman kird bist be bistî deryay hestî
ke bêne ser řabirdûy piř eşkence
girêy diłe wek birînî şêrpence
girêy çawe take takey nîgarî
aram bere tasey weku bizmarî
kam taseyan yadêkî ba hewaye
jan hênere wek xoy bo birîn waye
gwêzanêke bo qetmaẍey zamanman
diřkî tîje bo ser heta damanman
le behara her kwê eçûy zistan bû
le hawîna çize le pêst hestan bû
kûçe nema tîya negeřêyn petyare
şeqam nema ney pişkinîn bê çare
kunnebebû awaz xwênê şewgar bû
fîrnegule bulbulî mêrẍuzar bû
qele řeşke deng nûsaw bû le řastiman
her twanc bû wełamî hest û xwastiman
derd û dû bû berubumî bêstanman
her şera bûşney şengî kwêstanman
hêro zerd bû zor zerditir bû le payîz
sêbeřoy bûmam bapîr û mam bayîz
ewa êsta werz ruwe û behare
çûzî nêrgis geşaweye dyare
binarekan sewz û řûnak enwênin
çinarekan zerkefit heł’ewerênin
ewa dîsan temen le nwê nûsrawe
şewî berat le îmřowe be sirawe
mêrg egeřêyn le nîsana bê xurpe
kwîstan ekeyn le çileda bê gurpe
dar enêjîn guł enêjîn gułałe
kam eçêjîn kamî hengiwîn hełałe