werzî taze
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
3 Xulek
929 Dîtin
«řêy bay werzî taze»
bo werzî taze gerdî sûr girtû
newroz nêrgisî ekird be sûtû
eyřjand beser çiroy tazeda
eyweran beser em řêbazeda
le xwênî zerdî lutkey êwaran
erxewan twêjî cergî ebaran
sałan... rêḧane kêwîley seywan
her xoy îklîl bû lewê û le kêwan
xunçe kirawe... bo xuřî firmêsk
sik sûta û swêrî egeyane êsk
bo mijî tałî şîley hełałe
heng pêka ehat leser gułałe
hengiwîn le tiftî ehate berhem
xoşî le azar ebû.. be sercem
«pêwîstîyekanî werzî taze»
ta... nesutaye pawen be payîz
behar kema û loy nebû mam bayz
ta nebřaye pelkî řez û mêw
terzî nwêy nebû baxûsî naw kêw
ta negryaye firîştey zistan
pêkenîn nebû, bo korpey bêstan
ta çexmaxey xwên neydaye le herd
leylax bê demax, çare kiz û zerd
sewzey dyaran... wek şew bêdaran
bê diłop weku sałî bê baran
cûłe emeyî awaze eybest
mel cêge çîney lê eçuwe best
eger leşkirî kiřêwey çile
ne ałayete dem bask û mile
«nexoşîyekanî werzî taze»
sirûştî zurbe... sext be zistana
be hawîn şera û dax bedestanan
çêjî şîrînî be germî çêştû
bo tałî noşîn û besed dem tînû
bo dû řwanîn bew serî dûrbîn
kospî qûç û zil be biçuk bînîn
bo şeqawî řêk berdem lêtenîn
siza barkirdin tawan hełçinîn
çaweřêy nûçê bo hełengûtin
le cêy jêrbał û çûn çepok hawîştin
le heç gerûye hełsê hawarê
bo tasandinî gurc û pilamarê
ey werzî tazey çare xwênawî
ta key le řastî gwê axnirawî?
«hengawekanî werzî taze»
ey werzî taze... taze hengawî
diřkawî enê bo naw pengawî
dûr û dirêjî řêgey têkoşan
weçey nemirdûy kawey qareman
çawî jêr nêzey ew dîw kelîxan
jînî em dîwe bê be çiraxan
gyanî tamezorî şekiraw û şekir
çaweřêy came le dyarbekir
çend des le mil bîn karman be pêze
ewende lew dîw behar amêze
bo bargey taze mêşk têşuwe
bo şerabekey xwên le hêşuwe
ey netewekey neberdî kurdim
bo em mebeste xom yekem pirdim