hengaw
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
1 Xulek
1010 Dîtin
le şaxêka... derûn û dił kwêran
le xirsana yek û dû heł’edêran
le damênî çyada tavgey xwên
berew pêdeşt eřoyî bê ser û şwên
le werdêka hurujmî tîjî gulle
geray mergî ena wek pole kulle
le şarêka ke gyan basî nemabû
semay laşe le cêgay sînema bû
lepiř şewqê... le şewgarî jyana
beyanîda... le asoy nîştimana
ewa dîsan le zistana beharê
dyarîda demî xunçey kenarê
lenaw tofa lenêrîney şepola
hewarê hat bebîrî sifit û soła
ke aramga... cêgey bas û xwase
kemerbestin be deste nek heyase
biřo dujmin biřo em kurde çîtir
leyek nabê leyek bûn besye îtir
de ey esrînî geşkey naw gilêne
le dił xurpe leçaw xewtê bisêne..