birsîme

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 1 Xulek  1227 Dîtin
birsîme min de kułimit bêne weku temate
ba qaşîkem be tîẍî danî weku simarte
lamil le dem nizîk xe bo maçî lêwî zibirim
twêjał kiřêne her wek çeqo bo ser petate
ay çende sûr û swêre diłopî eşkî dîde
wek goştî naw qezatme keçî le ême qate
beřoj memk ebînim, şew gîpeye le xewma
beyanî deste û ejno diro hemûy helate
kirasî kurt leberda dûřanî girdî têda
sipî her wek piławî mewlu be sur û sate
pûz çî biłêm xiř û piřpitew zerd û zołî
wek kifte ser şikêne be erk û şate şate
qurbanî ew demet bim biçuk û ałe hergîz
mizir weku hełûje şîrîn ełêy nebate
ḧeyranî baxî sînem piř bon û piř berame
wek şîleyî murebay behêye yan kebate
bo nalebar becêye leweř leher dûcêda
bo êmeş aw ledem çût le řêgay nehata