gułnarî řuxt řeşkî be gułzarî îrem da

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  2963 Dîtin
gułnarî řuxt řeşkî be gułzarî îrem da
dû taqî birot te’nî le mîḧrabî ḧerem da
řuḧ meste le řaḧî tu lenêw ’alemî eřwaḧ
batin le «beleyٰErebî» daye û zahir le «ne’emErebî»da
hestawî ke hestawe qyamet be qyamit
řoyîwî ke řoyîwe demim lew dem û demda
dił wa leber azarî wekû nuqteyî zarit
gahê le wicuda heye gahê le ’edemda
boçî negrî dił leser em şêwe peşêwe?
wa ḧepse lenêw çînî çemî perçemî çemda
ger bêtu beserxoşî bipirsî le nexoşîm
ḧequlqedeme řuḧ le qedemgahî qîdemda
safîNasnava edebî leber em xałeye xałî le xeyałe
ya kîmî be zor daye weya zorî be kem da