şebeq

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 1 Xulek  964 Dîtin
şebeq řengekey sûr û xwênîne
mujdey řûnakî řojgarî jîne
bo leşî kiş û matî bê dengê
(derzî) cûłeye û agirî tîne
bo cestey kiftî azarî meynet
merhemî şewq û dermanî bîne
bo dinyay (tarî) deste’ejnoyî
bûkî muradî swar bûy zîne..!
bo gyanî tał û dirêjî şewgar
şekirî hîwa û şaney hengiwêne
bo xaney pest û qûłî melûlî
çepkî gułêkî be pêkenîne
bo çawî qurs û xewałwî sistî
biruskey tîjî řaçłekêne..!
şebeq bo diłî řeşî tarîkî
tîrêkî tîj û sext û jihrîne
bo gyanî qursu xwênawî sitem
tîẍî dûdemî mişt asnîne
de ey şebeqî şadamanî kurd
hełbê... kurdistan çaweřêy tîne