bestey dił
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
2 Xulek
1331 Dîtin
bo bixiwêne, ey bulbulî aware
bestey diłî, sermest û geşkedare
bestey diłî, piř hest û piř tirîqe
mestî katî, le hawînda behare
bestey katî çîmen be fiř beşewqe
asman bûk û awênekey nizare
mestî katî, şadî ał û řazawe
(gur) kirawey hełweşînî azare
mestî katî, çiroy nyazî çend sałe
êste gułe wi’ew xoy xawen guftare
mestî katî, birîn deme û ecoşê
nek bo tołe, bo kirdarî bê dare
birîn deme û demîş piř le haware
ełê emřo gel karekey berdare
qurbanit bim, serkewtin zor giringe
giringitir lew, (parastinî) dijware
ba tûlemar le jêr pêda heprûn bê
berłam lewber zîtey çawî řeşmawe
zîtey çaw witîjkirdinî didane
kilkeleqê û miřey mam îstî’mare
bom bixiwêne ey bulbulî aware
bestey diłî sermest û geşkedare
besteyek bê pişûyek ba beceste
be her leşê birîndar û zamare
bîda be gel, be xak û nîştimanî
be kurdistan bem merze xoş geware
besteyek bê gwê piř bika le wirşe
biłê şadî lecêy nûkî cexare
biłê lecêy pet û darî qenare
wa naştinî çinar û dar henare
biłê lecêy derdîserî û bêkarî
mêrgî êş û hełbestî řupare
biłê lecêy çermeserî û bêzarî
şadumanî û kameranî řêbware
biłê lecêy bê biřwayî û nakokî
karwanekey yekgirtine û qetare
besteyek bê em xełke hełsengênê
dûreperêz řabgirê bêkare
besteyek bê biłê weten serbeste
gelîş awa azad û bextyare