hawřêm ḧesen

ey koçî piř le nałesoz bo geřûy şimşałe
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  972 Dîtin
hełřêjî heniskî qûł
berd bênête cim û cûł
darî giryan binêjê..!
řeşî beşar bipoşê
bo (ḧesen) bête cûłe
bo ew heniske qûłe
ey koçî piř le nałe
soz bo geřûy şimşałe
ke berd bênête dwan
ya be esrîn ya giryan
bipirsê soraxî ew
le estêrey nîweşew
suraxî ew nazdare
ew lawe birîndare
key egate em şare
em xake meynetbare..!?
kê řaspêrîn bepele
kam bałdare, kam mele..?
ya kam pole melî naw
asmanî şînî hesaw
ya kam pełe hewrî dûr
ke ba eyba serewjûr
ya ba eyan tarênê
bo em lawlay efřênê
basêkî (ḧesen) dênê
hest le miştiman efřênê
tezzû eda be naxman
be cigerî piř le daxman..!
ey koçî tûn û tarîk
biřindey qedî barîk
ḧesen.. hêcgar şîrîn bû
hawřêy wenewşey şîn bû..!
hewday řoşnayî jîn bû
xoşewîstî nesrîn bû..!
bîr û biřway řûnak bû
derûn bê giřê û pak bû
hestî piř bû le cwanî
le yadî nîştimanî
herçen le wiłat dûr bû
bo wiłat giřî sûr bû
di’esûta bo řûnakî
bo kurdistan, bo xakî..!
bo netewey hejarî
cestey piř le azarî..!
ey koçî piř le nałe
soz bo geřûy şimşałe
ke giř be şîwen xoşka
bała be xałk řeşka
hewrî xefet bihênê
toy meynet biçênê..!
desman pê bate xame
kam dêr berdewam zame
binûsîn bo ḧesenman
bolenawçûy wetenman
bo gułê kem temen bû
wek jînî yasemen bû