mame kuřnû
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
2 Xulek
3929 Dîtin
mame kuřnû, řakşawî girdekey seywanekem
ser řeḧet, dił bêgrê, gwê şil ke bo dastanekem
seyre, bezme, hełpeřîne, piř le qaqa û pêkenîne
ne’retey gwê keř eka, coş û kułî seyranekem
erxewan sûre, behare, gułşene, řazaweye
deşt û ko řengîn û piř şoye wenewşey yanekem
xermenî lale le kohsaran û pêdeşt û nişêw
sûrtire lew xwêne barîwey kułî giryanekem
diłberan sirk û betaz û řewtî nerim û îsteke
sed twanc egrête ahûy deştekey şêrwanekem
hełbiře çawî numayş têr serincî wird bide
wek becêt hêşt wa nemawe şarekey caranekem
ew beharey to becêt hêşt piř birînî taze bû
piř le afatî lepiř bû bo gułî încanekem
ew gułey awatî kurd bû bête pişkûtin demê
řayweşênê bay şemałî nermî kurdistanekem
ew kesey destî enaye bîn û quřgî ew gułe
çingî xwênawî enaye naw diłe piř janekem
ême areq řiştin û bazû weşandin, bêxewî
ew giř û pişkoy exsite jêr binî xermanekem
êste wa xoy da’enê bote firîştey asman
bote duktor û birînpêçî birînî gyanekem
mame kuřnû çî biłêm zyatir lewey «xals» ełê:
fêst û řêwî û mêzer û meymûne seyrî banekem
wek witim: seyre le bane.. ya wekû nałî ełê:
zîndegîm tałe ke zelkaw bêtîmare xanekem..!