dîsanewe newroze
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
2 Xulek
923 Dîtin
dîsanewe newroze behare gułî ałe
şewnim be qetîsî leser ew nêrgise kałe
wek çawe çî çawê ke be firmêsk û kejałe
bo taze beharê
bo geştî kenarê
herçende çiro û çûzerey baẍî şine û şo
piřnaze be awaze legeł şûyî aso
bêsûde eger haře neka bestełekî ko
bo hajeyî çawe
bo coşşî kawe..!
zistan de biřo perdeyî (tof) lade le çawim
min xom begełî weyşûmewe têwe giławim
řê çołke lebo mêrgî wekû exşerî xawim
ba bête geşe û guł
bo bulbulî serçił
gwêm lêye nizîk dengî ney û polî melane
dił řa’eçenê bezim û semay des lemlane
şadî gelî kurdî nebezî dostî gelane
şeř dujminî wane
asayşe gyane!!
ey gel.. ew şeřxiwa her xerîke be des û bird
xak û şeref û řołeyî merdî netewey kurd
bîka be xełûzîş û bibête super û bipird
bo wîstinî dujmin
bo hêrşî mirdin..!
toş... besye îtir dû diłî û tirs û behane
emcare le nawçûn û be milêwne nemane
asayşe řêy řizgarî û baxî jyane
bo dengî be sozê
bo gişt gel û hozê