bo bałdarekan

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 1 Xulek  1423 Dîtin
ey bałdarî naw hêlaney ser popî dirext
denûkî gyan bikerewe bo dengî bext
řayweşêne serî xewî jêr sêberî xest
be piřûşewe awî (aga) derûn bike mest
bicrîwêne keřî bike daristanî çiř
peřî geşe gîv kerewe wek şestipeřî piř
xulî hîwa bide be ser baskî dirêja
be peřbazî were be dewr wenewşey gêja
leser berdî qeraẍ awî kef çiřînî çem
bîtekêne xołî çîney bê aramî û xem
sewłî şoxî bigre leser řîzî beřeza
çingî lence binê beser çîmenî xiza
çił be wirşe û to be qoney nyazî çen sałe
zemawenê saz biden lew mile û ser yałe
hełpeřn û em wişane biken be beste
(asoy hîwa û serferazî cût û peyweste)