şîrîn

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  1370 Dîtin
şîrîn.. bestey sûr; tirîfey mangim
şîrîn.. geşey estêrey dûr; giftugo û bangim
şîrîn.. tîşkî řojî dem kel; bo wêraney dił
şîrîn. haje û cirîwey mel; bo wenewşe û guł
şîrîn.. ewpeřî cwanî şêwey; nîgarî siruşt
şîrîn.. to ew taqe sêwey; ke ferhadî kuşt
şîrîn.. to bûy yekem bînîn; karebay nazit
çaw.. hełbiřîn zerdexenet; sirwekey řazit
lêy şêwandim telî tarî; hełbest û xeyał
bûm bew meley bê layene; zamdare û bê bał
ne fûy şimşał ne qaspey kew; lem berd û lew berd
ne birîqey şewnimî ser; çîmenî qeraẍ
ne xendekey taze ẍunçey; dirextanî baẍ
ne kerwêşkey deẍłî binar; ne hajey çawe
ne ew bone sermest kerey; egrîce xawe
ne kiřnûşî sewz û sûrî; pelke zêřîne
ne beharê ke xerîkî ’îşwe; kiřîne
ne tebî’et ne cwanîyekey; ne feř û nirxî
carêkîtir way tema bê; xoş bika mirxî
wa bizanê bew peřey guł; be sîḧrî cwanî
řaçłekênê a ew diłey; ke toy mîwanî
çunke legeł her kamêkyan; berawird bikirêy
to pêy berzî berew asman; beserya enêy
îtir... cêgaket herçende waye; leser gilêne
ta êwarrê şepořim bê; û nałey cigerdoz
oqre negrê katê satê; diłekey giřoz
minî kesas minî kiłoł; ya minî hejar
çon etwanim aşî hîwat; bo bixeme kar..?
çon etwanî pişt komawey; zincîrî dujmin
destî lerzok be asanî; binête gerdin
çon etwanê demî wişkî; çewsandinewe
lêwî qirçî wişk hełatûy; řûtandinewe
nizîkî xa le dû lêwî; dewrî tenrawe
be diřkezî çawlêkerî; em bend û bawe
hey hû.. hey hû.. mawe pane; ř ê piř le xêwe
kospî ber lût biłinditre; lew şax û kêwe
ebê şîrîn.. peleqajey; diłey mindałim
nwênî lêj û şew bêdarî; şewgarî tałim
hełîgirim bo ew katey; řijêmî řastî
egate des ew kesaney; be xwênî xwastî
ewsa minîş ya daxî dił; têr têr eřêjim
lew hengiwêney gułî lêwit; tozê eçêjim
ya wek bulbul her be temay; geyîn be awat
berew hîwa bał ekutim; bimbat û bimbat