şeř û aştî

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 6 Xulek  1827 Dîtin
mamepîre, mamey řîş pan
gêřayewe basî caran
witî: ey biçkolekanim
hoy aramî dił û gyanim
botan bas ekem řabirdû
be komeł nek yek û dû
eřoyîn bebê maçî lêw
eřoyn bo dûr piştî kêw
eřoyn bo waq û wiřmay
be firmêskî qetîs mawî
be řengî zerd hełgeřawî
be xeyałî teq kirawî...!
eřoyîn û tirpey pêyan
egeyye ew peřî pêyan
eřoyîn û kołî şanyan
egeyye ser şilkey řanyan
be naw befra, be naw diřka
ba sehoł endamyan siřka
sûr hełgeřê gona û lûtyan
bîbestê xorak û qûtyan
ebê biřon bê westandin
ta egene kořî mirdin
kořî bê yektir nasîn
be bê nawî yektir zanîn
bê ewey řojê hîç kamê
dîbêtî çare û endamê
peydabû bê seng û sûkî
dû diłî ya xo nakokî
peydabû bê řiq û kîne
bê begřî dił û sîne
ebê řûy tifengî têka
bîpêkê û timaşay řêka
bîxwatewe xwênî geşî
hełîka ałay hawbeşî
bête pêş xawen fermanî
kiřnûş berê bo asmanî
boy hełka bazûy pitewî
boy derxa kuştarî şewî
ewîş be fîz her wekû gîw
boy derbênê medalyay zîw
bîda le yexey xwênawî
bibê be nîşan û nawî..!
dûbare bêtewe senger
dû ewende qurs bû bê ser
le piř ewey ke zortir sûr
le pişkoy agir piř nûr
kispe le cergî hełsênê
fîz û mestêtî bifřênê
dway berbûnî xwênî singî
bêtewe yek řeg û çingî
hawar mirdim bo nextê aw
bełam kwanê? xeyałî xaw
kê egate naw sengerî
bo dermanî keleberî
aw le kwêye bo fênkî dił
bo geşannewey sîsî guł..!
bo damirkandinî... azar
bo bêdeng kirdinî hawar..
lem kateda... dengê be ḧał
egate gwêy bawkî mindał
ełê... babe.. minim heste
wa cejne xełkî ser meste
cejne.. cejne kwa cilî ał?!
bo min.. bo key banûy naw mał
her min bê to bê nîşanit
bê destî le naw gîrfanit
bê baweşî germ û guřit
bê diłî bezeyî piřit.!
be bê bawik be hetîwîy
kewtûme çołî nedîwî
sa tûxwa werewe nawman
řûn kerewe berî çawman
***
tekanîda hêz boy naye hîç kwêyekî le dûy naye
pêłûy qursî bo hełbiřî
be astem nêw nîgay fiřî
berew asoy řeng pişkoyî
kurkanî bo řenceřoyî
wek berdî gomî şiłeqaw
ew dinyayey hate berçaw
naye ser berd ser û milî
lêkî na birjangî şilî
îtir pencey ser pîlkey çek
carêkîtir nayka nimek
legeł asoy erxewanî
řoyî win bû nawnîşanî
***
mame pîrey řîş pan destî kird be basî caran
gêřayewe daykî ẍembar
daykî bêkes û hetîwbar
kewte parêzgarî mindał
ne wek bête xorakî çał
řoj her hełpey em û ew bû
bo xorakî řoj û şew bû
giranîş pêy lê hełbiřî
perdey lêkdanewey diřî
minał zaq û zûq le birsa
daykî bêkesîş le tirsa
eyut: řołe dirişt û wird
dêtewe bawkitan des û bird
botan dênê xwardinî xoş
be yekewe têr eykeyn noş
bem řenge mindał edra las
xane ber bad û keř û kas..!
le piř dengê dengêkî zil
be şarî xamoşî da til
hełîsandin le xewî şew
têygeyandin hewałî ew...!
bomba barîne, şar wêran
quş der naçî nek dilêran!!
xway bêxem.. xway bêxem
min bem şewe řû le kwê kem?
melotkey mindałî sawa
bo kwê berim min e awa?
bo kwê berim penay necat
be kêwey bibestim awat..?
bełam lerze kewt be dîwar
hate yadî dastanî (tar)
dastanî basî şeř kirdin
be ko xełk lenaw birdin
be milyon însanî bê xem
bibête êskî naw çem
ser yek kewê êsk û leş
beşku xway şeřî pê bê çeş
bełam wijey bombay asman
xoy geyane nizîk serban
her teqe û asnê wek tîr
çeqîye memkî piř le şîr
bexo kutandin û bêşke
be çawî piř řêşke û pêşke
xoy geyane lankey sawa
pelamarîda le tawa..!
demî gêřa bo nermî leş
daye ber fwarey xwênî geş
saway bêxeber lem ḧałe
bê tirs û hawar û nałe
birsêtî lay ewmebest bû
çîçîley memkêkî bes bû
deyxiste cêgay caranî
cêgay bêdeng û amanî
mijî lêda boy qût naçê
le çêşkey caranî naçê
key ew a bem tame fêre
caran şîrîn êste swêre
demî çespan mijî lêda
ta dwa diłopî kuł pêda
serî xiste ser cêgay nerim
key heł’esin lexewî germ..??
mamey pîre mamey řîş pan
destî kird be basî caran
gêřayewe çon řabirdû
be komeł newek yek û dû
exzane naw jûrî tarîk
jûrî tesk û hêcgar barîk
şew darkarî řoj îş kirdin
ebê xot biřoy bo (mirdin)
zincîrî dûmen le pêda
řaxerî nerme le cêda
qemçî piştî dařûtandin
nexoşî goştî řizandin
awî sard ekiraye jêryan
gyan leser lutêtî nêryan
espê û canewer be topeł
boy bote kîsey ber baxel
le piř nirke ehate coş
berz ئەبۆەûە serî naw koş
jandirme û şimşêr û qilîç
serî geyştote bin mîç
ey xwênewe řesmî şahî
cezay temełî û gunahî
eyut: fermanî şahane
bo pîwîstî nîştimane
bo parêzgarî weten
îşî wa hergîz degmene
kê dîwye le kořî şeřa
bergî serbazî le bera..!
senger bo dujmin cê bêłê
zewî namerdî bikêłê..!!
çek fiřê ba leber mirdin
xoy bifroşê leber dujmin
xoy bifroşê leber gyanî
nemênê naw û nîşanî..!
leber ewe waye biřyar ewey ke kirduye fîrar
biřyarî ser leşkir waye
ewey kotî le pêdaye
xoy laxa bête em lawit
be gwêrey (tomet) û nawe
ehênran be destî beste
be endam û cestey xeste
ehêrane ber seray (mîr)
edrane ber giřî şest tîr
her wek gełay darî payîz
bêdeng û bê wirtey beřêz
yek le dûy yek heł’ewerîn
eřoyn bo dinyay berîn..!
***
mamey pîre mam řîş pan
destî kird be basî caran
witî: îtir řołey wirdim
bom naye (qafyey ferdim)
bełam mindałî dewrî pîr
mamey pîryan hênaye gîr
ta tewaw nebê dastanit
berî nadeyn řîşî panit
mame axêkî hełkêşa
be tewêłî xoya kêşa
ezanin çîm bo bas kirdin
ya bo çi şwênêkim birdin?
bom bas kirdin hewałî şeř
têmgeyandin řazî piř ber
bo kêyan kird? we kêyan kuşt
berew koy çûn wird û dirişt
çî lêhat xawen nîşane?
le erze ya le asmane?
kujrawî sengerî meydan
xorakî guley bê aman..!
mame witî: ser hełbiřn
ewe çîn pol be pol efiřn?
wityan: mame ay lewane
lew hemû (kotre) cwane