bo gyanî birayekim

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  1043 Dîtin
ey aware le des marî bêgane
to pakît û nebezînit nîşane
to, kołnedanit û lanedan le řêgat
bû be diřkî têhełçeqîwî cêgat
to, xobextît, bîrkirdinewet le sibey
hawîştîtye baweşî siza û nałey
***
ey bulbulî sewday gułî azadî
to bo řojî xoşbextî û şadî
xotit gêřa le dewrî amancî geş
legeł azar û êşa bûyte hawbeş
to be řûtî, derdî serî, nexoşî
bo hîwaye, awatê, tê’ekoşî
têkoşanê dengî zencîr bê sazit
têhełçûnê miřey dujmin bê řazit
ey çirîkey bê dengî nukî xame
dujmin gêje û xeyał û hoşî xame
ne twanîwye û ne etwanê, to û hawřêt
aşî tirsî ew bîretan bihařêt
ne twanîwye û ne etwanê, zencîrî
dawî řeşî faqe û kewan û tîrî
bałî melî (aştîxwên) tan bişkênê
milî berzî xebattan danewênê
***
ey aware, nek awarey hełatin
nek řakirdû le çingî tîjî dujmin
ne’, wirya bî, beramber mořî çawî
ya derbaz bûn le jêr qepî xwênawî
***
ey zimanî hełbestî kurdî şîrîn
pelkî xawî xeyałî wirdî zêřîn
to be (maye), be nawnîşan hejarî
bełam be xû, be kirdewe berdarî
were, şertî xêr peymanê bibestîn
..................
heta lakî řêgey dagîrkerman nenêjîn
tamî oqre û ḧesanewe neçêjîn