mijdey melêk

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  1017 Dîtin
minał:
ey bałdarî denûk sûr
birîqet dê dûr be dûr
êsk sûkî nerim û şil
dił dênête cûłe û pil
were le toy desraze
le tûkî nerim û taze
le singî germ û guřim
le çawî hîwa piřim
bot saz edem hêlane
ey melî xincîlane
were min be peroşim
min bêşke û leş û koşim
xoşe bo hełnîştinit
bo cêy aram girtinit
kotir:
korpey nazkitir le guł
sewday cwanî piř be dił
minîş giřî asmanim
çirîskey bałekanim
mile qutêy gwêswanim
haqî demî kulanem
laylayeye bo xewt
bo pirxey řoj û şewt
binû bê tirs û bê sił
ey xunçey geşî ser çił
minał:
ey bałdarî destemo
xuday lence û hatuço
çîye be denûktewe
be ser peřey sûktewe
de bîxere naw çingim
bîde le yexe û singim
çunke be xwên tînwan
wek mar beser zînwan
dagîrkarî bêgane
wa xerîkî pîlane
xerîkî xwên řiştin
temay wêran kirdinin
weř min şeřim nawê
bimlawêne taw tawê
min be aştî û jînî şeng
dûr le bomba û giřî ceng
wek guł egeşêmewe
wek bûk eřazêmewe
kotir:
korpey şîrîn giřugał
ew legeł bay şemał
bom hênay mijde û dyarî
deske, be xine û yarî
ewa hemû mîlletan
kewtûne řêy têkoşan
aştît bo eparêzin
şeř û şeřxiwa ebêzin
wa yek des û be yek deng
ełên namanewê ceng
ha eweş liqî zeytûn
heste be bê çen û çûn
be gagołkê nerim û wird
bîde, des netewey kurd
biłê, êmeş wek gelan
------------
be hawkarî û têkoşan
egeyne mafî xoman