hewreke dayřêje

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  1340 Dîtin
hewreke dayřêje, sa, şestî baranit
ba, bîba, seylanit, dêhat û şaranim
ba giřî tirîşqet, çexmaxet, birûsket
gyan bika be xełûz.. neyhêłê tirusket
***
ba, řeşît, tûřeyît, ba şêwey ałozit
winî ka awazî hêlaney besozim
ba lêzmey bexuřit ya tawit ya tirzet
bîkutê, bîşkênê, qełem ka be terzim
***
ba temî ser lûtke û ser şaxî zor tałit
daypoşê dîmenî nizarî xał xałim
hewreke dayřêje sa şestî baranit
ba bîba seylanit dêhat û şaranim
***
hewreke çok dade û tepunim dařêje
çîn çînî şest peř wenewşe dabêje
(peymane) y serdestî gułałe biřêje
toş, (quřaw) le çał û le çoła binêje
ba de’bay xizawî binmîç û le kun çû
toqîwî řoşnayî, milkeç û gyan mirdû
çaw kwêrî geşey guł, hełatûy birîqe
řefîqî henisk û ser şořî tirîqe
***
ewaney ke to hoy bo giştî asmanyan
bo xişpe û bo çirpe û bo goşey amanyan
derkewtin (to) berî řojit wa lê girtûn
to hêz û twanay fiřînit bo birdûn
bełam to hewreke, le yek de û tarîk ke
derzûley řûnakîm zortirîş barîk ke
her katê hełîkird bay be hêz, bay le piř
be singî estûrit be corê eda diř
her pełet, her parçet, wa eba bo şwênê!
ne dengit ne řengit şêweşî nemênê
***
ey hewrî dagîrker tozê bom řaweste
kemerî tarîkît baştirîş bibeste
her katê hełîkird bay tołey gelî min
to xot û de’bakan cê nabê tê biçin