şînêk

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 1 Xulek  999 Dîtin
pêşeway berzî çînî kirêkar
qełay azadî
tîrî arastey diłî sitemkar
mosîqay şadî
ała hełgirî aştî cîhan
beramber be şeř
çiray řizgarî řêgey mîlletan
gencî ’îlim û feř
bawkî diłsozî milyoneha kes
kêwî zanyarî
řê pêşanderî ayîn û mebes
aşkiraw û dyarî
tîşkî zêřînit çiray kurdistan
bo şewî tarî
estêrey geşey asoy nîştiman
cirîwedarî
mirdin le astit lêwe lerey bû
pirs ken le mirdin
be řoj û be şew çermeserey bû
bo zefer birdin
çon wêray tuxunî çirîsket kewê
wa be asanî
ya wek perwane řûnakî ewê
bo řêga û banî
ebê mirdinîş ke têgeyî lêt
bałî şikawe
heł’epřûzê bigate ber pêt
xeyałî xawe
boye wa twanî be kuřnuş birdin
bigate ber pêt
bigate řastit be areq řeştin
bigate naw cêt